Di meha Çileya 2024an de 50 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine to

01 February 2024 12:35

 

Hengaw; Pêncşemî 1ê Şibata 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Çileya 2024an de aliyê kêm 50 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 92 ji sedî ya tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.

Pêka vê raporê, 6 kolber hatine kuştin û 44 kolber jî birîndar bûne. Herwisa di vê heyamê de aliyê kêm 6 kolberên nûciwan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin. 6 nûciwanên birîndarkirî xelkê Ciwanro (2 kes), Seqiz (2 kes) û Pawe û Şaho bûne ku 4 ji wan li ser sînorê Newsûdê û du kesên dinê jî li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 29 kesan li ser sînorê parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.

 

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 46 kes (6 hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne) beranberî 92 ji sedî ji gelempera haletan.

Firedana keviran ji aliyê hêzên leşkerî ve: 2 kes (2 birîndarbûyî) beranberî 4 ji sedî ji gelempera haletan.

Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 kes (1 birîndarbûyî) beranberî 2 ji sedî ji gelempera haletan.

Berbûn ji çiyayan ve: 1 kes (1 birîndarbûyî) beranberî 2 ji sedî ji gelempera haletan.

 

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan

Parêzgeha Kirmaşanê: 29 kes ku pêk hatine ji (3 kuştî û 26 birîndar).

Parêzgeha Sine: 21 kes ku pêk hatine ji (3 kuştî û 18 birîndar)

 


Di vî warî de zêde bixwînin