Selasa Bawecanî; Pênc welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Usame Eyazî, Maziyar Ehmedî, Şahîn Rehmanî, Arîn Xalxal û Berzan Yûsifî, pênc welatiyên Kur

02 February 2024 12:35

 

Hengaw; Pêncşemî 1ê Şibata 2024an

Usame Eyazî, Maziyar Ehmedî, Şahîn Rehmanî, Arîn Xalxal û Berzan Yûsifî, pênc welatiyên Kurd û xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 31ê Çileya 2024an, hêzên Komara Îslamî ya Îranê êrîşî ser malên Usame Eyazî, Maziyar Ehmedî, Şahîn Rehmanî, Arîn Xalxal û Berzan Yûsifî, pênc welatiyên Kurd û xelkê bajarê Selasa Bawecanî kirin û bi awayekî hovane binçav kirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ew pênc welatiyên han bi tohmeta "hevkarîkirin bi girûpên Îslamî re" hatine girtin û piştre bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li meydana Neftê ya bajarê Kirmaşanê hatine veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin