Raporek li ser birîndarbûna sê kolberan ku yek ji wan zarok e

Di heyama rojên derbasbûyî de herî kêm sê kolber ku yek ji wan nûciwanê b

02 February 2024 19:26

 

Hengaw; Înê 2ê Şibata 2024an

Di heyama rojên derbasbûyî de herî kêm sê kolber ku yek ji wan nûciwanê bi navê Mardîn Emînî ye di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî bi giranî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 1ê Şibata 2024an, du kolberên bi navên Sîna Ehmedî yê temen 23 salî û xelkê bajarê Seqizê û Ehmed Reşîdî yê temen 24 salî û xelkê bajarê Banê, di dema kolberiyê de li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi giranî hatine birîndarkirin.

Roja Sêşemî 30ê Çileya 2024an jî, kolberekî zarok ê xelkê Bokanê yê bi navê Mardîn Emînî yê temen 14 salî her li ser vî sînorê bi teqeya rasterast a hêzên sînorî bi giranî ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2024an de aliyê kêm 50 kolber li ser sînorên Kurdistanê bûne qurbanî ku 6 kes ji wan canê xwe ji dest dane.


Di vî warî de zêde bixwînin