Sînorê Newsûdê; Kolberk bi teqeya raserast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

Kosar Rostemnijard, kolberê xelkê gundê “Şemşîr” li ser sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a Hêzên Sîno

03 February 2024 18:19

 

Hengaw; Şemî 3ê Şibata 2024an

Kosar Rostemnijard, kolberê xelkê gundê “Şemşîr” li ser sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 2ê Şibata 2024an, Kosar Rostemnijad yê xelkê gundê “Şemşîr” yê ser bi Pawê, di dema kolberiyê de li ser sînorê “Newsûdê” yê girêdayî bajarê Pawê bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, kolberê hanê ji aliyê ser, çav û destê xwe ve hatiye birindarkirin û rewşa tendirustiya vî pir xirab e û navbirî ji bo navendên pizîşkî yên Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, kolberê hanê Bihara sala 2021an jî, di dema kolberiyê de ji aliyê hêzên leşkerî ve hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin