Kolberê birîndarbûyî; Kosar Rostemnijad ji bo tedawiya pizîşkî bo Tehranê hate veguhestin

Kosar Rostemnijad, kolberê xelkê bajarê “Pawê” ku roja Înê 2ê Şibata 2024an, li ser sîno

04 February 2024 14:14

 

Hengaw; Yekşemî 4ê Şibata 2024an

Kosar Rostemnijad, kolberê xelkê bajarê “Pawê” ku roja Înê 2ê Şibata 2024an, li ser sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatibû birîndarkirin ji bo yek ji navendên pizîşkî yên Tehranê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 3ê Şibata 2024an, Kosar Rostemnijad yê xelkê gundê “Şemşîr” û temen 41 salî piştî ku ji aliyê ser, çav û destê xwe ve li ser sînorê “Newsûdê” bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatibû birîndarkirin û ji bo navendên pizîşkî yên Kirmaşanê hatibû veguhastin, bo dermankirina çavê xwa ji bo yek ji navendên pizîşkî yên Tehranê hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, çavê navbirî rastî gulleyên saçmeyî hatiye û pizîşkan gotine ku ev nikarin çavê kolberê hanê derman bikin û bo paqijkirina çavê wî bo navendên pizîşkî yên Tehranê veguhastine.

Kosar Rostemnijad ku bavê du zarokan e, di Bihara sala 2021an de jî, di dema kolberiyê de ji aliyê hêzên leşkerî ve hatibû birîndarkirin û herwiha birayê wî yê bi navê “Ferşad” jî, sala borî di dema kolberiyê de bi teqeya raserast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin