Bane; Birîndarbûna kolberekî nûciwan ji aliyê hêzên leşkerî ve

Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê ku 2667 roj in di girtîgehê de derbas

04 February 2024 14:35


Hengaw; Yekşemî 4ê Şibata 2024an

Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê ku 2667 roj in di girtîgehê de derbas dike, ji dema girtinê ve heya niha ji mafê azadiya demkî (mirexesî) û hin mafên dinê bêpar bûye. Navbirî birayê hevjîna Heyder Qurbanî, girtiyê siyasî yê Kurd ku sizayê darvekirina wî li 19ê Kanûna 2021an hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd di girtîgeha navendî ya Sinê de, tevî derabskirina hevt sal û sê meh û 20 roj girtîgehê, herwisa bi givaşên saziyên ewlehî ji vergirtina mafê mirexesî bêpar e.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, Mehmûd Sadiqî heya niha çend caran daxwaza veguhestinê bo girtîgeha Kamêranê kiriye, lê her carê berpirsên girtîgehê û saziyên ewlehiyê dijayetî kirine.

Mehmûd Safiqî, meha Şibata 2020an ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê bi serokatiya Dadwer Seîdî bi tohmeta "hevkarîkirin bi bexî re" bi 25 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev girtiyê han ji tohmetên ewlehî yên weke "hevkarîkirin di kuştinê û hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurfstana Îranê re" ku ji aliyê taya yekem a Dadgeha sizayan a yekem a parêzgeha Sine bi sî sal girtîgehê hatibû sizadn, lê hatibû lêborîn.

Mehmûd Sadiqî, roja 16ê Cotmeha 2016an, digel hevjînê xwîşka xwe Heyder Qurbanî yê girtiyê siyasî yê Kurd ê îdamkirî, di mala xwe de hate girtin.

Navbirî piştî binçavkirinê heyama sê mehan li girtîgeha îdareya Îtilaata Sine de di bin zext û givaşên derûnî û fîzîkî de bû û di dawiyê de bo girtîgeha Kamêranê hate veguhestin. Navbirî piştî pênc mehan bo girtîgeha navendî ya Sine hate veguhestin û niha jî di vê girtîgehê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin