Li ser sînorê Banê çar kolberên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine birîndarkirin

Xaliq Ebûbekrî, Elî Ebûbekrî, Nasir Berî û kolberekî din ê bi navê xwe yê p

05 February 2024 16:28

 

Hengaw; Duşemî 5ê Şibata 2024an

Xaliq Ebûbekrî, Elî Ebûbekrî, Nasir Berî û kolberekî din ê bi navê xwe yê piçûk “Hêmin” li sînorê “Hengejale” yê ser bi Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Yekşemî 4ê Şibata 2024an, Xaliq Ebûbekrî yê 37 salî, Elî Ebûbekrî yê 30 salî, Nasir Berî yê 43 salî û Hêmin (paşnavê wî nediyar e) yên xelkê bajarê Banê di dema gullereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê de li ser sînorê “Hengejale” yê Banê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev çar kolberên Kurd ji ber gullereşadina hêzên leşkerî, ji aliyê pêyê xwe ve hatine birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî yên Banê hatine veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin