Du kolber li ser sînorên Newsûd û Banê hatine birîndarkirin

Di heyama rojên borî de Sîrwan Şerîfî yê xelkê Banê û Keyhan Fatihî

06 February 2024 12:11

 

Hengaw; Sêşemî 6ê Şibta 2024an

Di heyama rojên borî de Sîrwan Şerîfî yê xelkê Banê û Keyhan Fatihî yê xelkê Pawê, di dema kolberiyê de li ser sînorên Bane û Newsûdê bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 4ê Şibata 2024an, Sîrwan Şerîfî yê 21 salî û xelkê Banê li ser sînorê Hengejale yê ser bi vî bajarî bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hate birîndarkirin.

Herwisa roja Çarşemî 31ê Çileya 2024an, Keyhan Fatihî yê xelkê gundê “Arît” yê ser bexşa Bayinganê ya girêdayî bajarê Pawê, li ser sînorê Newsûdê bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê hanê di mewdayeke 6 metreyî de rastî zêdetirî 400 gulleyên saçmeyî hatiye û ji ber xerca giran a dermankirinê di halekê de ku rastî îltihabeke zêde jî hatibû neçar maye nexweşxaneyê bi cih bihêle.


Di vî warî de zêde bixwînin