Qesra Şîrîn; Birîndarbûna du welatiyên ciwan bi sedema teqîna mînê

Du ciwanên xelkê bajarê “Giyelan”a Kirmaşanê di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bûn

07 February 2024 13:32

 

Hengaw; Çarşemî 7ê Şibata 2024an

Du ciwanên xelkê bajarê “Giyelan”a Kirmaşanê di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bûn û rastî kêmendamiyê hatin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 6ê Şibata 2024an, du welatî yên xelkê gundê “Wîjnan” yê ser bi “Giyelan”ê li devera “Bansarat” a Qesra Şîrînê di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bûn û rastî kêmendamiyê hatin.

Li gor çavkaniyek agehdar, yek ji wan du welatiyane di dema teqîna mînê de her du pê û desteke xwe ji dest daye û welatiyê dinê jî, ji aliyê ser û çavê xwa ve birîndar bûye.
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala borî de, aliyê kêm 7 kes di encama teqîna mînê de jiyana xwa ji dest dane û 20 kesên dinê jî bi dijwarî birîndar yan jî rastî kêmendamiyê hatine.


Di vî warî de zêde bixwînin