Merîwan; Kolberek ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Ferîd Robîna di dema kolberiyê de

07 February 2024 13:38

 

Hengaw; Çarşemî 7ê Şibata 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Ferîd Robîna di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da. Navbirî sê hefteyan berî niha jiyana hevbeş pêk anîbû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 6ê Şibata 2024an, kolberekî ciwan ê bi navê Ferîd Robîna yê xelkê gundê "Çalîser" di dema kolberiyê de li ser sînorê "Hencîran"ê yê ser bi Merîwanê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest da.

Sibêdeha îro Çarşemî piştî 7 demjimêran lêgerînê, termê vî kolberê li bilandahiya sînorê Hencîranê ji aliyê xelkê ve hate dîtin û bo navendên dermanî hate veguhestin.

Hêjayî gotinê ye ku Ferîd Robîna nêzî sê hefteyan beriya niha zewicî bû û ji bo xweşbijiviya jiyana xwe berê xwe dabû karê kolberiyê.


Di vî warî de zêde bixwînin