Girtîgeha Îlamê; Kurûş Gerawend ê girtiyê siyasî yê Kurd dest avêt bi gireva birçîbûnê

Kurûş Gerawend ê girtiyê siyasî û xelkê bajarê Serawle ku di meşa tevgera Jin Jiy

08 February 2024 14:42

 

Hengaw; Pêncşemî 8ê Şibata 2024an

Kurûş Gerawend ê girtiyê siyasî û xelkê bajarê Serawle ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi girtîgehê hatibû sizadan, carek din hate girtin û li girtîgeha navendî ya Îlamê dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Kurûş Gerawend ê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Serawle ku 5ê meha Çileya îsal ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin, ji roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an ve bi nîşaneya nerdiyarbûna qedera xwe li girtîgeha navendî ya Îlamê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Kurûş Gerawend ê temen 20 salî, roja Înê 5ê Şibata 2024an, piştî ku hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser mala dayîk û bavê wî li bajairê Serawleyê kirin, hate binçavkirin û nûçeya girtina wî heya niha nehatiye medyayîkirin. Navbirî ji aliyê Dezgeha Dadwerî bi tohmeta "bêrêzîkirin bi pîroziyên olî" hatiye tohmetbarkirin.

Hêjayî behskirinê ye ku Kurûş Gerawend roja Pêncşemî 24ê Mijdara 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî li bajarê Serawleyê hatibû girtin û piştî 15 rojan bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Ev ciwanê han di dawiyê de ji aliyê dedgeha Serawleyê ve bi serokatiya dadwer Umîdî bi tohmeta "hewldan bo têkdana asayişa netewî" sizayê 7 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.


Di vî warî de zêde bixwînin