Şahîn Giledarî yê girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi awayekî gumandar jiyana xwe ji dest da

Şahîn Giledarî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi awayekî cihê

26 February 2024 19:31

 

Hengaw; Duşemî 26ê Şibata 2024an

Şahîn Giledarî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi awayekî cihê gumanê li girtîgeha navendî ya vî bajarî jiyana xwe ji dest da û berpirsên girtîgehê ragihandine ku navbirî bi xwe dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Şahîn Giledarî yê girtiyê 45 salî yê Kurd û xelkê gundê "Hekî" yê girêdayî navçeya Tirgewer a Urmiyê, ku heyama girtîgeha xwe ya du salan li girtîgeha navendî ya Urmiyê derbas dikir, êvareya roja Yekşemî 25ê Şibata 2024an, bi awayekî cihê gumanê di vî girtîgehê de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berpirsên girtîgeha navendî ya Urmiyê bi girtiyan û herwiha bi malbata Giledarî re ragihandine ku ev girtiyê siyasî bi xwe dawî bi jiyana xwe aniye. Termê vî girtiyê siyasî bo pizîşka yasayî ya Urmiyê hatiye veguhestin.

Hengaw agehdar bûye ku, Şahîn Giledarî di vê dawiyê de çendîn caran ji aliyê îdareya Îtilaata Urmiyê ve hatiye gazîkirin û gef li wî hatiye xwarin û rastî îşkenceyên derûnî û fîzîkî hatiye û herwisa simbêlê wî jî hatiye kurtkirin.

Şahîn Giledarî roja Pêncşemî 28ê Şibata 2019an, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaata Urmiyê de û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan. Navbirî di meha Adara 2021an de ji aliyê Taya Sêyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi du sal girtîgehê hatibû sizadan.

Hêjayî baskirinê ye ku Şahîn Giledarî meha Adara 2023an, ji bo derbaskirina heyama du sal girtîgeha ku bi ser de hatibû sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhestin.

Pêka amarên tomarkirî li Nevenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de herî kêm 35 girtî li girtîgehên Îranê canê xwe ji dest dane ku %60 ji wan girtiyan Kurd bûne û aliyê kêm 12 girtî li girtîgehên Parêzgeha Urmiyê canê xwe ji dest dane.


Di vî warî de zêde bixwînin