Îlam; Xwekuştina Kumeyl Zendxanî ji binçavkiriyê tevgera Jin Jiyan Azadî piştî gazîkirin û gefên Îtilaatê

Kumeyl Zendxanî, ciwanê Kurd yê xelkê Îlamê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ten

09 February 2024 19:02

 

Hengaw; Înê 9ê Şibata 2024an

Kumeyl Zendxanî, ciwanê Kurd yê xelkê Îlamê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, tenê çend demjimêr piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî dawî bi jiyana xwe anî. Navbirî sala borî jî du caran hatibû girtin û di bin zextên Îtilaatê de carek dinê jî hewla xwekuştinê dabû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Pêncşemî 8ê Şibata 2024an, Kumeyl Zendxanî (Mihemed Kumeyl), ciwanê temen 19 salî û xelkê bajarê Îlamê li cihê jiyana xwa di taxa Azadî de xwe ji avahiyeke 6 qatî ve avête xwarê û dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata Zendxanî ji Hengawê re gotiye: Ku xwekuştina Kumeyl Zendxanî tenê çend demjimêr piştî gazîkirin û gefxwarinên îdareya Îtilaatê bûye.

Di çend rojên borî de navbirî rastî gefa îdareya Îtilaatê hatibû û cara dawiyê gotibûnê ku eger xwe radest neke dê bê girtin.

Hengaw agehdar bûye, ku îdareya Îtilaatê tenê du demjimêr piştî ku Kumeyl Zendxanî dawî bi jiyana xwe aniye, termê navbirî û telefona wî bi xwe re birine û piştî nîvroya roja Pêncşemî tevî wergirtina sozeke nivîskî ji malbata navbirî bo dana her cure zanyariyekê, gef li wan xwarine û termê kurê wan radestî wan kirine, lê telefona navbirî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Çavkaniya nêzîkî malbata Zendxanî di berdewamiyê de ji Hengawê re daye zanîn ku, îdareya Îtilaatê gef li Kumeyl Zendxanî xwaribûn ku eger bi wan re hevkariyê neke, dê kuştina endamekê xwe ku di dema tevgera Jin Jiyan Azadî de hatiye kuştin bixine stûyê wî û ev yeka bûye sedema xwekuştina wî.

Hejayî gotinê ye ku Kumeyl Zendxanî meha Şibata sala borî jî, piştî azadbûnê û dîtina îşkenceyan di meşa binçavkirinê de, hewla xwekuştinê dabû û çend rojan di nexweşxanê de hatibû razandin.

Kumeyl Zendxwanî li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî di 23ê Cotmeha 2022an de hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê hatibû beradan, lê carek din roja Çarşemî 21ê Kanûna 2022an û piştî 19 roj girtinê laşê nîv can ê wî avêtibûne ber deriyê mala dayîk û bavê wî.

Hengawê sala borî jî di raporekê de diyarî kiribû ku, dema ku Mihemed Kumeyl Zendxanî di girtîgehê de bû, her şevê yek ji hêzên hikûmî bi cilên melayan huşdarî didanê ku bi zûtirîn dem dê were darvekirin û ew girtî di bin zextek mezin a derunî da bû.


Di vî warî de zêde bixwînin