Sînorê Banê; Pênc kolber bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin

Di rojên derbasbûyî de herî kêm 5 kolberên Kurd ên xelkê bajarên Bane, Mehabad û Seqizê di dema kol

09 February 2024 19:13

 

Hengaw; Înê 9ê Şibata 2024an

Di rojên derbasbûyî de herî kêm 5 kolberên Kurd ên xelkê bajarên Bane, Mehabad û Seqizê di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 9ê Şibata 2024an, hêzên sînorî hejmarek kolber binçav kiribûn û bi dijwarî ew rastî îşkenceyan anîbûn û li mewdaya çend metreyan bi çeka saçmeyî ew gullebaran kiribûn. Di encama vê gullereşandinê de du kolber ên bi navên Yûsif Mehabadî yê 26 salî û Ferzad (paşnavê wî nediyar e) her du xelkê bajarê Mehabadê bi giranî ji aliyê destên xwe ve hatine birîndarkirin.

Herwiha, roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, hêzên sînorî li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê komek kolber dane ber gulleyan û du kolber ên bi navên Soran Rehîmî yê temen 19 salî û xelkê bajarê Seqizê û Eyûb Mehmûdî yê 35 salî û xelkê Banê hatine birîndarkirin.

Di gullereşandina berdewam a hêzên sînorî bo ser kolberan de, roja Duşemî 5ê Şibata 2024an jî, kolberekî 38 salî yê xelkê Seqizê yê bi navê Nizam Teymûrî bi teqeya rasterast a hêzên sînorî ji aliyê lingê xwe ve bi giranî hate birîndakirin û ji bo tedawiya pizîşkî bo navendên deramanî hate veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin