Serdeşt; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Bayezîd Babekirî

Bayezîd Babekirî, welatiyê xelkê Serdeştê ku 35 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê hatibû girtin, het

10 February 2024 13:46

 

Hengaw; Şemî 10ê Şibata 2024an

Bayezîd Babekirî, welatiyê xelkê Serdeştê ku 35 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê hatibû girtin, heta niha ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Bayezîd Babekirî yê temen 25 salî û xelkê gundê "Duletû" yê girêdayî bajarê Serdeştê, mehek û pênc roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Pîranşarê hatibû girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Bayezîd Babekirî, ev welatiyê han piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatibû veguhestin û heya niha ti pêwendiyeke telefonî bi malabata xwe re nebûye.

Bayezîd Babekirî, roja Şemî 6ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Pîranşarê hatibû girtin û lipeyketinên malabata navbirî derheq agehdarbûn ji rewşa wî bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin