Karzan Asim ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Welatiyekî Kurd yê xelkê Kamêranê yê bi navê Karzan Asim ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hate girtin.

10 February 2024 21:25

 

Hengaw; Şemî 10ê Şibata 2024an

Welatiyekî Kurd yê xelkê Kamêranê yê bi navê Karzan Asim ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hate girtin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, Karzan Asim yê kasibarê 27 salî û xelkê Kamêranê ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata Karzan Asim, navbirî li xala vekolînê ya bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derabarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Karzan Asim hatinî sepandin û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin