Sepandina tohmeta "bexî" bi ser Wirîşe Muradî de û egera sizayên giran li dijî navbirî

Wirîşe Muradî, çalakvana siyasî, dakokîkara mafê jinan û endama Civa

10 February 2024 21:36

 

Hengaw; Şemî 10ê Şibata 2024an

Wirîşe Muradî, çalakvana siyasî, dakokîkara mafê jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve tohmeta "bexî" bi ser de hatiye sepandin. Ev tohmete nîgeraniya wê yekê li pey xwe aniye ku bibe sedema sepandina sizayê darvekirinê li dijî vê girtiya siyasî ku 193 roj in hatiye girtin û bi awayekî hovane hatiye îşkencekirin

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama borî de Wirîşe Muradî ya çalakvana siyasî û xelka bajarê Sinê ku di girtîgeha Êvînê de ye, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi tohmeta "bexî" bi rêya endametî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de hatiye tohmetbarkirin.

Beriya niha jî Hengawê di raporekê de derheq rewşa navbirî ragihandibû ku: Wirîşe Muradî di gertîgehê de heta astekê hatiye îşkencekirin ku carekê ji ber îşkenceyên tund rastî xwînrêjiyê hatibû û bi tevahî ji hişê xwe çûbû.
Werîşe Muradî naskirî bi “Ciwana Sine” roja Sêşemî 26ê Cotmeha 2023an, piştî 5 meh binçavkirinê di odeya takekesî de ji bo benda jinan a girtîgeha Wezareta Îtilaatê naskirî bi benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin