Nexede; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Îbrahîm Resûlpûr

Îbrahîm Resûlpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştî du hefteyan qe

11 February 2024 10:53

 

Hengaw; YekŞemî 11ê Şibata 2024an

Îbrahîm Resûlpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştî du hefteyan qedera wî hê jî nediyar e.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 30ê Çileya 2024an, Îbrahîm Resûlpûr ê temen 28 salî û xelkê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malabata navbirî derheq agehdarbûn ji çarenivîsa kurê xwe heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî vî welatiyê hatî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin