Sefa Aîlî yê xalê Jîna Emînî bi 5 sal û 4 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan

Sefa Aîlî yê xalê Jîna Emînî ku li rojên dawî yên salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî

12 February 2024 00:40

 

Hengaw; Yekşemî 11ê Şibata 2024an

Sefa Aîlî yê xalê Jîna Emînî ku li rojên dawî yên salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê ve li ser hev sizayê 5 sal û 4 meh û 17 roj girtîgeh û sizayên din ên tevaw yên wekî qedexeya çûna derveyê welat û nivîsîn derbarê hêzên hikûmetê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatine kuştin, bi ser de hatiye sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Sefa Aîlî yê 30 salî ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnan de û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 3 sal û 6 meh û rojek girtîgehê, bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi 7 meh û 16 roj girtîgehê û herwisa bi tohmeta “bêrêzîkirin bi Xamineyî” bi 15 meh û rojek girtîgehê û li ser hev bi 5 sal û 4 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

Pêka beêgeyên ku gihane destê Hengawê, tundtirîn sizayê Sefa Aîlî yanî 3 sal û 6 meh û 1 roj bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê dê were cîbicîkirin û navbirî bi du sal derketin ji welat wekî sizayê tevaw hetiye sizadan.

Di beşeke din a vê sizayê navbirî de hatiye ku Sefa Aîlî bi nivîsîna jiyanameya yek ji hêzên serkutkar ên hikûmetê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatiye kuştin û şiroveya xwe ya kesî bo pirtûka Me`inûnê (jiyannameya hatî nivîsîn) û pêşkêşkirina wê di çarçoveya gotarekê de ji bo cîbicîkirina hukm û belavkirina dengan di yek ji torên herî navdar ên civakî yên bajarê Seqizê de hatiye sizadan.

Navbirî roja Sêşemî 5ê Îlona 2023an, di êrîşa hêzên Îtilaatê de bo ser mala xwe bi awayekî hovane û tundûtîjî hatibû girtin û di dawiyê de roja Sêşemî 17ê Cotmeha 2023an, piştî 42 roj girtîgehê bi danîna barimteya 1 milyar û 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin