Seqiz; Semîra Ehmedî ji girtiyên salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi 3 sal girtîgehê hate sizadan

Semîra Ehmedî ji çalakvanên medenî ya xelka Seqizê ku di salvegera kuştina hikûmet

12 February 2024 09:32


Hengaw; Duşemî 12ê Şibata 2024an

Semîra Ehmedî ji çalakvanên medenî ya xelka Seqizê ku di salvegera kuştina hikûmetî ya Jina Emînî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 3 sal girtîgeh û sizayê tevaw bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Semîra Ehmedî ya çalakvana medenî ya xelka Seqizê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnan de û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” 3 sal bi girtîgeh û sizayê tevaw bi ser de hate sepandin.

Pêka sizayê hatî sepandin, rojên binçavkirina berê dê bêne hesabkirin û Semîra Ehmedî ji bilî 3 sal birêvebirina girtîgehê, bi du sal sizayê derketin ji welat jî wek sizayê tevaw hatiye sizadan.

Semîra Ehmedî demjimêr 11ê nîveroya Çarşemî 13ê Îlona 2023an li şeqama Bajarvaniya Seqizê bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Navbirî di dawiyê de piştî 34 roj binçavkirinê, roja Sêşemî 17ê Cotmeha 2023an, bi danîna barimteya 900 milyon Tumenî û heta dawî qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Sinê hate berdan.

Hengawê berê ragihandibû, ku Semîra Ehmedî li girtîgeha Îtilaata Sinê neçar bi îtirafa bi zorê li dijî xwe bibû û di dema binçavkirinê de ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re û herwisa  destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin