Sînorê Banê; Kolberekî ciwan li ser sînorê Banê hate kuştin

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Banê yê bi navê Seywan Sehîhî ji mewdaya nêzîk û bi teqeya rasterast a

12 February 2024 13:31

 

Hengaw; Duşemî 12ê Şibata 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Banê yê bi navê Seywan Sehîhî ji mewdaya nêzîk û bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 11ê Şibata 2024an, Kolberekî temen 20 salî yê xelkê bajarê Banê yê bi navê Seywan Sehîhî di dema kolberiyê de li ser sînorê "Sardab" ê ser bi Banê ji mewdaya nêzîk ve û bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên sînorî ve hate gullebarankirin û canê xwe ji dest da.

Seywan Sehîhî, xelkê gundê "Belke" yê girêdayî bajarê Banê bû û termê navbirî demjimêrên destpêkê yên îro li nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê radestî malabata wî hate kirin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de herî kêm 22 kolber li ser sînorê Banê hatine kuştin û 116 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin