Şêrko Hîcazî, Serokê Heyeta Topapê ya Seqizê 6 sal û mehek girtîgeh bi ser de hat sepandin

Şêrko Hîcazî ji çalakvanên medenî yên naskirî û Serokê Heyeta Topapê

12 February 2024 13:47

 

Hengaw; Duşemî 12ê Şibata 2024an

Şêrko Hîcazî ji çalakvanên medenî yên naskirî û Serokê Heyeta Topapê ya Seqizê ku li rojên dawî yên salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komra Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi sizayê 6 sal û mehek û 17 roj girtîgeh û sizayên din ên tevaw yên wekî qedexeya çûna derveyê welat û nivîsîn derbarê hêzên hikûmetê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatine kuştin, bi ser de hatiye sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Şêrko Hîcazî yê Serokê Heyeta Topapê ya Seqizê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnan de û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 3 sal û 6 meh û rojek girtîgehê, bi tohmeta “endametiya di girûpên dijmin de” bi 31 meh û 16 roj girtîgehê û bi giştî bi 6 sal û yek meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

Pêka belêgeyên ku gihane destê Hengawê, tundtirîn sizayê Şêrko Hicazî yanî 3 sal û 6 meh û 1 roj bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê dê were cîbicîkirin û navbirî bi du sal derneketin ji welat wekî sizayê tevaw hetiye sizadan.

Di beşeke din a vê sizayê navbirî de hatiye ku Şêrko Hîcazî bi nivîsîna jiyanameya yek ji hêzên serkutkar ên hikûmetê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatiye kuştin û şiroveya xwe ya kesî bo pirtûka Me`inûnê (jiyannameya hatî nivîsîn) û pêşkêşkirina wê di çarçoveya gotarekê de ji bo cîbicîkirina hukm û belavkirina dengan di yek ji torên herî navdar ên civakî yên bajarê Seqizê de hatiye sizadan.

Navbirî roja Duşemî 11ê Îlona 2023an, di êrîşa hêzên Îtilaatê de bo ser cihê karê xwe li şeqama "Şûheda" bi awayekî hovane û tundûtîjî hatibû girtin û di dawiyê de roja pêncşemî 17ê Cotmeha 2023an, piştî 94 roj girtîgehê bi danîna barimteya 2 milyar û 400 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Şêrko Hîcazî di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêz hatibû bêparkirin û ji bo îtirafkirina bi zorê rastî îşkenceyên dijwar hatibû.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hefteya borî li ser rûpela xwe ya (X) ragihandibû ku Şêrko Hîcazî di bin zext û givaşên navendên ewlehî de neçar bûye ku dest ji Serokatiya Heyeta Topapê ya Seqizê berde. Çend roj piştî vê nûçeyê, endamên din ên vê heyetê wek nîşaneya nerazîbûnê bi kom destjikarberdana xwe ragihandin.


Di vî warî de zêde bixwînin