Yasir Husênî li Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Yasir Husênî, ciwanê xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girti

12 February 2024 19:32

 

Hengaw; Duşemî 12ê Şibata 2024an

Yasir Husênî, ciwanê xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 11ê beriya nîvro ya roja Duşemî 12ê Şibata 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Kamêranê Yasir Husênî yê ciwanê 25 salî girtin û ji bo cihekî nediyar veguhastin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser cihê karê Yasir Husênî (dukana firotina kelûpelên nav malê) kirine û bi awayekî hovane û tuntûtîjî binçav kirine. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek serast ber des nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin