Seqiz; Azad Emînî ji girtiyên salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi 3 sal girtîgehê hate sizadan

Azad Emînî ji çalakvanên medenî û mamostayê zimanê Kurdî ku di salvegera kuştina hikûmetî ya Jina E

12 February 2024 21:33

 

Hengaw; Duşemî 12ê Şibata 2024an

Azad Emînî ji çalakvanên medenî û mamostayê zimanê Kurdî ku di salvegera kuştina hikûmetî ya Jina Emînî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 3 sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Azad Emînî çalakvanê medenî, endamê Encumena Çandî ya bi navê “Hîwayî Zanist” û Encumena Jingehê ya bi navê  “Jiyanî Sebz” ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnan de û lihevkirin li dijî ewlehiya navxwe” bi 3 sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka sizayê hatî sepandin, rojên binçavkirina berê dê bêne hesabkirin û ev sizaye bi fermî ji bo navbirî hatiye ragihandin.

Azad Emînî roja Înê 15ê Îlona 2023an, li gundê xwe "Hîcanan"ê  ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Seqizê ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Îtilaata vî bajarî hatibû veguhestin, lê piştî rojekê ji bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî 32 roj binçavkirinê, roja Sêşemî 17ê Cotmeha 2023an, bi danîna barimteya 900 milyon Tumenî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sinê hate berdan.

Hengawê berê ragihandibû ku Azad Emînî di dema binçavkirinê de ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re û herwisa  destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin