Somar; Yek ji qurbaniyên teqîna mînê jiyana xwa ji dest da

Îrec Mehmûdî ku heftiya borî di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bibû ji ber giraniya birînên xwe, jiyana xwa ji dest da.

13 February 2024 15:54

 

Hengaw; Sêşemî 13ê Şibata 2024an

Îrec Mehmûdî ku heftiya borî di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bibû ji ber giraniya birînên xwe, jiyana xwa ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 12ê Şibata 2024an, Îrec Mehmûdî yê temen 39 salî û xelkê gundê “Wîjnan” yê ser bi bajarê “Giyelan”ê ku li ser sînorê Somarê di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar bibû, piştî hefteyekê li navendeke dermanî ya bajarê Îlamê jiyana xwe ji dest da.

Di vê bûyerê de, du welatiyên din yên xelkê vî gundî ku birîndar bibûn, nasnama yek ji wan Mihemed Mehmûdî yê temen 50 salî ye.

Ev sê welatiyane di roja Sêşemî 6ê Şibata 2024an de, li devera “Bansarat” a Qesra Şîrînê di encama teqîna mînê de bi dijwarî birîndar û rastî kêmendamiyê hatibûn.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala borî de aliyê kêm 7 kes di encama teqîna mînê de jiyana xwe ji dest dane û 20 kesên dinê jî bi dijwarî birîndar yan jî rastî kêmendamiyê hatine ku 26 kes ji wan li ser sînorên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin