Dîwandere; Kawe Çûpanî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Kawe Çûpanî, welatiyê xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hete veguhetin.

13 February 2024 20:18

 

Hengaw; Sêşemî 13ê Şibata 2024an

Kawe Çûpanî, welatiyê xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hete veguhetin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 13ê Şibata 2024an, Kawe Çûpanî yê temen 38 salî û xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser dukana Kawe Çûpanî ya li bajarê Dîwanderê û bi awayekî hovane binçav kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî Kawe Çûpanî hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin