Du welatiyên Kurd li Sine û Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Mistefa Zahirzihûr, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê û Husên Saidmûçişî yê xelkê Mûçi

13 February 2024 21:14

 

Hengaw; Sêşemî 13ê Şibata 2024an

Mistefa Zahirzihûr, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê û Husên Saidmûçişî yê xelkê Mûçiş ê girêdayî bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 13ê Şibata 2024an, Mistefa Zahirzihûr yê çalakvanê medenî yê temen 57 salî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Sinê hate girtin.

Herwiha, her di vê rojê de hezên Spaha Pasdaran Husên Saidmûçişî yê 55 salî li bajarê Mûçişê binçav kirin û bo cihekî nediyar veguhestin.

Hêjayê gotinê ye ku ev du welatiyên hanê di malên xwe de û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin.

Ev du welatiyane piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatine veguhestin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê rewşa wan a yasayî û şêwaza ragirtina wan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin