Rapora Hengawê derbarê kuştin û birîndarbûna 334 kolber li ser sînorên Kurdistanê di sala 2023an de

Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, d

13 February 2024 21:30

 

Hengaw; Sêşemî 13ê Şibata 2024an

 

Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2023an de aliyê kêm 334 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku ev amare pêka sala borî wate 2022an zêdetirî %15 zêde kiriye.

 

Ev amare ji 8 beşan hatiye pêkanîn ku her beşek cuda ye û xişte û hûrdekariyên xwe heye;

Beşa yekem: Pêşekî

Bexşa duyem: Parêzbendiya dadwerî ya tawanbarên kuştina kolberan

Beşa sêyem: Berhevdanîna amara sala 2023an digel amara sala 2022an

Beşa çarem: Sedema mirin yan birîndarbûna kolberan

Beşa pêncem: Kuştin û birîndarbûna 26 kolberên nûciwan di sala 2023an de

Beşa şeşem: Cudakirina kolberên kuştî û birîndarbûyî pêka parêzgehan

Beşa heftem: Sînorê Bane û Newsûdê kuştargeha kolberan di sala 2023an de

Beşa heştem: Encam

 

 

Pêşekî

Ji ber dîtingeha ewlehî ya Komara Îslamî ya Îranê li hember Kurdistanê û xelkê Kurd di heyama zêdetir ji çar salên desthilatdariya xwe de û li encama nebûna pêşketin û nebûna derfetên kar li Kurdistanê, em dikarin diyardeya kolberî wekî karek sepandî bi nav bikin ku ji bo dabînkirina pêdiviyên herî kêm ên jiyanê bi ser xelkê Kurdistan de hatiye sepandin.

Li ser sînorên Kurdistanê (parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiye) kesên ku temenê wan di navbera 13 heta 70 salî de ne mijûlê kolberiyê ne û barên nehatinî gumrikkirin yên bazirganan ji xalên asteng û dijwar ên sînor bi pişta xwe yan jî bi hêstiran bi mûçeyek kêm ku carinan dibe sedema mirina wan, ji sînorên Herêma Kurdistanê û bi rêçûna mewdayek nêzîkî 10 kîlometran ku bi giştî çiyayî û rêyên dijwar e bo nav sînorên Îranê vediguhazînin.

Ji kelûpelên ku ji aliyê kolberan ve bo herdu aliyên sînor têne veguhastin, em dikarin îşareyê bi hin ji wan bikin ku ev in: Kelûpelên nav malê, kelûpelên xemilandinê û tendirustî, tekerên trombêlan, parçe (qumaş), parçeyên yedekî, madeyên xam ên kargehan, dexl û hwd.

Pêka amarên nefermî nêzî 100 heta 150 hezar kes li ser sînorên Kurdistanê mijûlê kolberiyê ne û salane sedan kes ji wan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê, hêzên leşkerî yên Tirkiyê û sînorparêzên Iraqê, bûyerên sirûştî yên wek xeniqîn, berbûn ji bilindahiyan ve û hwd û herwisa teqîna mînan yan canê xwe ji dest didin yan birîndar didin.

 

Parêzbendiya dadwerî ya tawanbarên kuştina kolberan

Kolberî li Kurdistanê ku di bin siya siyasetên cudatîdanîna regezî (dijî kurd) ya hikûmetê de pêk hatiye, li navçeyê bûye navendeke kirîzê. Hêzên sînorî ku di rastî de xwediyê parêzbendiya dadweriyê ne, rasterast kolberan didine ber gulleyan, ku gelek caran li deverên çiyayî yên asteng û dijwar dibine sedema kuştin û birîndarkirina wan. Ev yeka mînakek e ji îdamên derveyê dadweriyê û tawana li dijî mirovahiyê ku piştevaniya tevaw a hikûmetê û sîstema dadweriyê heye.

Di heyama 7 salên borî de tevî kuştina zêdetir ji 460 kolber û birîndarkirina zêdetirî 1400 kolberên dinê, ti yek ji bikujên kolberên Kurd ji aliyê dezgehên dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve nehatine sizadan. Ev rewşe, parêzbendiya tevaw a bikeran ji her cure lipeyketineke yasayî nîşan dide û piştevaniya tevaw a desthilat û dezgeha dadwerî ji wan nîşan dide ji çêkirina hikûmetek teror û hov li ser sînorên Kurdistanê.

Ji aliyek dinê ve kolebrên ku birîndar bûne û malbatên ku hezkiriyên xwe ji dest dane, rûbirûyê hevkarînekirina sazî û navendên dewletî û medenî bûne. Ev kesane ji bilî azar û ziyanên ku bi wan gihaye, hin caran ji ber tawanên wek derketina neyasayî ji sînor an jî hilgirtina kelûpelên qaçax bi cezayên giran ên nexdî hatine sizadan. Ji hemûyan nexweştir ew e ku di hin rewşan de malbatên kolberên hatinî kuştin neçar dimînin ku bertêla gulleyên ku li dijî hezkiriyên wan hatine teqandin, bo hikûmetê vala bikin. Ev rewşa ku bi cureyekî dîsan qurbanîkirina qurbaniyan e, zehmetiyên giran ên yasayî û aborî ji bo van malbatan çê kiriye.

 

Helsengandina amara sala 2023an bi amara sala 2022an re

Pêka amar û belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2023an de aliyê kêm 41 kolber û kasibkar li ser sînorên Kuridstanê hatine kuştin û 293 kolber jî hatine birîndarkirin. Zêdetirî 85 ji sedî ya vê amarê bi gullereşandina rasterat a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî û 8 ji sedî ku 66 halet e kolberên nûciwan bûne.

Ev amare pêka sala 2022an 44 halet beranberî 15 ji sedî zêde kiriye. Di sala 2022an de 290 kolber bûne qurbanî ku 46 kes ji wan canê xwe ji dest dabûn û 244 kolber jî birîndar bibûn.

 

 

 

Sedema canjidestdan yan birîndarbûna kolberan

Gullereşandina rasterast: 285 halet (26 canjidestdayî û 259 birîndar) beranberî 85.5 ji sedî ji gelempera haletan.

Teqîna mînê: 5 halet (5 birîndar) beranberî 1.5 ji sedî ji gelempera haletan.

Kuştina bi zanebûn bi trobêla leşkerî: 2 halet (2 kuştî) beranberî %.6 ji gelempera haletan.

Bûyera hatinûçûnê: 13 halet (4 canjidestdayî û 9 birîndar) beranberî 4 ji sedî ji gelempera haletan.

Sirûseqem: 3 halet (3 canjidestdayî) beranberî %.9 ji gelempera haletan.

Berbûn ji çiyayan: 12 halet (2 canjidestdayî û 10 birîndar) beranberî 3.6 ji sedî ji gelempera haletan.

Xeniqîna di nav çeman de: 2 halet (2 canjidestdayî) beranberî %.6 ji gelempera haletan.

Celeteya dil: 2 halet (2 canjidestdayî) beranberî %.6 ji gelempera haletan.

Lêdan û kutan: 7 halet (7 birîndar) beranberî 2.1 ji sedî ji gelempera haletan.

Bi firedana keviran: 2 halet (2 birîndar) beranberî %.6 ji gelempera haletan.

Cinayeta bi çeka sar: 1 halet (1 birîndar) beranberî %.3 ji gelempera haletan.

 

 

Kuştin û birîndarkirina 26 kolberên nûciwan di sala 2023an de

Pêka belgeyên Hengawê; Di heyama sala 2023an de aliyê kêm 26 kolberên nûciwan li ser sînorên Kurdistanê bûne qurbanî ku beranberî 8 ji sedî ya tevahiya kolberan e ku di salekê de bûne qurbanî.

Ji gelempera 26 kolberên nûciwan yên qurbanî 2 kesan canê xwe ji dest dane û 24 kolberên zarok jî biîrndar bûne. 23 kolberên zarok beranberî 88.5 ji sedî ya qurbaniyên zarok bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî. Herwisa nûciwanekî kolber ji ber bûyera mînê, kolberek ji ber sirê û kolberek jî, ji ber berbûn ji bilindahiyên çiya ve bûne qurbanî.

Zêdetirîn nûciwanên kolber li ser sînorê Banê bûne qurbanî ku 15 halet in. Li ser sînorê Newsûdê 8 nûciwan û di her yek ji sînorên Merîwan, Nodşe û Seqizê de nûciwanek bûye qurbanî.

 

 

Cudakirina kolberên hatinî kuştin û birîndarkiirn pêka parêzgehan

Zêdetirîn amara kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin li ser sînorên parêzgeha Sinê hatine tomarkirin ku 181 halet beranberî 54 ji sedî ji gelempera amara kolberên qurbanî di sala 2023an de ye.

Parêzgeha Sine: 181 halet (28 hatine kuştin û 153 birîndar bûne) beranberî 54 ji sedî ji gelempera haletan.

Parêzgeha Kirmaşan: 137 halet (7 hatine kuştin û 130 birîndar bûne) beranberî 41 ji sedî ji gelempera haletan.

Parêzgeha Urmiye: 16 halet (6 hatine kuştin û 10 birîndar bûne) beranberî 5 ji sedî ji gelempera haletan.

 

 

Sînorê Bane û Newsûdê qetilgeha kolberan di sala 2023an de

Di sala 2023an de aliyê kêm 278 kolber li ser sînorên du bajarên Newsûd ê ser bi parêzgha Kirmaşanê û bajarê Banê ê ser bi parêzgeha Sinê de hatine kuştin û birîndarkirin ku ev amare zêdetirî 83 ji sedî ji gelempera haletan e ku kolber di tevahiya sînoran de bûne qurbanî.

Pêka vê raporê li ser sînorê Banê 22 kolber hatine kuştin û 116 kolber jî birîndar bûne. Herwisa li ser sînorê Newsûdê 2 kolber hatine kuştin û 136 kolber jî birîndar bûne.

Lipeyketinên Hengawê nîşan didin ku Mehdî Wahidî yê fermande û Mistefa Muradî yê cihgirê fermandehiya hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Banê, Nozer Muradî fermandeyê sînorê Pawe û Sergord Fireydûn Restigar yê fermandê binkeya sînorî ya Newsûda parêzgeha Kirmaşanê rola rasterast di kuştina kolberan de lîstine û di çend haletan de bi kiryar kolber kuştine.

Tevî zêdebûna hejmara kuştina kolberan li ser sînorên Kurdistanê, ku piraniya wan bûyerane bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî birîndar dibin yan jî têne kuştin, Hengaw daxwaza tehrîmkirina çek û darayiya pasevanên sînorî yên Komara Îslamî û lêpêçîna navdewletî ya ji fermandên payebilind ên vê hêzê bi tawanên dijî mirovatiyê bi taybetî li dijî kolberan dike.

 

Encam

Ji vê rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji bo sala 2023an ya hatî amadekirin, dikare were encamgirtin ku ev rapore rewşa kirîzî û metirsîdar a kolberan li ser sînorên Kurdistanê eşkere dike. Ev rewşe ne tenê pirsgirêkên kûr ên aborî û civakî nîşan dide ku kolberan ber bi vê pîşeya metirsîdar ve dibe, belkî binpêkirina giran a mafê mirovî û nebûna piştgiriya pêwîst a dadwerî û ewlehiyê ji bo van kesan nîşan dide. Zêdebûna hejmara kuştin û birîndaran di nava kolberan de bi taybetî zarok, nîşanderê neşiyaniya siyasetên heyî û pêwîstiya lezgîn a pêdaçûn û hewaln bi bandor e. Ev rapore tekezî li ser pêwîstiya girîngîdana navdewletî bo vê pirsê û wergirtina helwêstên berfireh ji bo çareserkirina kirîza mirovî û peydakirina şert û mercên ewle û dadmend ji bo rûniştvanên sînorî dike.

Zêdebûna tundûtîjî û metirsiyên canî li dijî kolberan li sînorên Kurdistanê, ne tenê nîşana rewşa xirab a aborî û civakî ye, belkî binpêkirina micid a mafê wan ê mirovî û bi taybetî di warê mafê jiyanê û ewlehiya kesayetî de pêka madeya 3 ya Danezana Cîhanî ya Mafê Mirovan nîşan dide. Hebûna parêzbendiya dadwerî ji bo tawanbarên tundûtûjiyê li dijî kolberan û nebûna parastina dadwerî ya qurbaniyan û malbatên wan, binpêkirina eşkere ya prensîpa bersivdan û berpirsiyariya li hember mafê mirovan e. Ev rewşe bi prensîbên berpirsiyariya hikûmetan ji bo parastin û rêzgirtina mafê mirovî, ku di yasayên navnetewî yên mafê mirovî û peymanên navneteweyî de hatine teidkirin, nakok e.

Ev rapore tekezî dike ku ji bo çareserkirina vê kirîza mirovî, ne tenê hewlên aborî û civakî ji bo baştirkirina rewşa jiyana kolberan pêwîst e, belkî pêwîst e berpirsatiya hikûmet û saziyên pêwendîdar ji bo parastina mafê van kesan û baştirkirina standardên mafê mirovî bi cidî bêne berçavgirtin.

 

PDF


Di vî warî de zêde bixwînin