Rapora amarî ya Hengawê derbarê kuştin û birîndarbûna 339 kolber li ser sînorên Kurdistanê di sala 2024an de
Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2024an
Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2024an de aliyê kêm 339 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin. Ev amare pêka sala borî wate 2023an zêdetirî %2 zêde kiriye.
Ev amare ji 12 beşan hatiye pêkanîn ku her beşek cuda ye û xişte û hûrdekariyên xwe heye:
1: Lênêrîneke kurt û tijî ji raporê
2: Pêşekî
3: Parêzbendiya dadwerî ya tawanbarên kuştina kolberan
4: Helsengandina amara sala 2024an digel amara sala 2023an
5: Sedema mirin yan birîndarbûna kolberan
6: Kuştin û birîndarbûna 19 kolberên nûciwan di sala 2024an de
7: Cudakirina kolberên kuştî û birîndarbûyî pêka parêzgehan
8: Sînorê Bane û Newsûd; kuştargeha kolberan di sala 2024an de
9: Daxwaza dorpêçên cebilxaneyî û madî li dijî hêzên sînorî yên Komara Îslamî
Beşa 10: Kuştin û birîndarbûna 4 kolber ji aliyê hêzên sînorî yên Iraqê ve
Beşa 11: Xişteya qurbanîbûna kolberan pêka hesaba mehan
Beşa 12: Encam
Beşa yekem: Lênêrîneke kurt û tijî ji raporê
57 kolber hatine kuştin û 282 kolber û kasibkar jî hatine birîndarkirin.
Zêdetirî 80 ji sedî ji kolberan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin yan birîndarkirin.
Herî kêm kolberek zarok hatiye kuştin û 18 zarokên dinê hatine birîndarkirin.
Parêzgeha Sinê bi 158 haletan zêdetirîn amara kuştin û birîndarbûna kolberan hebûye.
Sînorê Newsûdê bi 150 haletan zêdetirîn hejmara qurbaniyan tomar kiriye.
Herî kêm 85 ji sedî ji kolberan bi teqeya rasterast a hêzên sînorî bûne qurbanî.
Herî kêm kolberek ji aliyê hêzên sînorî yên Iraqê ve hatiye kuştin û 3 kolberên dinê jî hatine birîndarkirin.
Di meha Adarê de zêdetirtîn amara qurbaniya kolbetran hatiye tomarkirin ku 95 halet in.
Beşa duyem: Pêşekî
Diyardeya kolberî, karê sepiyayî ji bo dabînkirina kêmtirîn hewcehiyên jiyanê
Ji ber dîtingeha ewlehî ya Komara Îslamî ya Îranê li hember Kurdistan û xelkê Kurd di heyama zêdetir ji çar dehikên desthilatdariya xwe de û li encama wê, nebûna pêşketin û nebûna derfetên kar, diyardeya kolberî wekî karek sepandî bi ser xelkê Kurdistanê de hatiye sepandin.
Li ser sînorên Kurdistanê (parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiye) kesên ku temenê wan di navbera 13 heta 70 salî de ye mijûlê kolberiyê ne. Ev kesane barên nehatinî gumrikkirin yên bazirganan ji xalên asteng û dijwar ên sînor bi pişta xwe yan jî bi hêstiran bi mûçeyek kêm ku carinan dibe sedema mirina wan, ji sînorên Herêma Kurdistanê bo nav Îranê vediguhazînin. Rêya kolberan bi giştî çiyayî û metirsîdar e û nêzî 10 kîlometran mewda heye.
Kelûpelên ku ji aliyê kolberan ve têne veguhastin:
Kelûpelên nav mal
Kelûpelên xemilandin û tendirustiyê
Tekerên trombêlan
Parçe (qumaş)
Parçeyên yedekî (parçeyên ber dest)
Madeyên xam ên kargehan
Dexl û hwd.
Pêka amarên nefermî nêzî 100 heta 150 hezar kes li ser sînorên Kurdistanê mijûlê kolberiyê ne. Salane sedan kes ji wan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê, hêzên leşkerî yên Tirkiye û sînorparêzên Iraqê, bûyerên sirûştî yên wek xeniqîn, berbûn ji bilindahiyan ve û herwisa teqîna mînan yan canê xwe ji dest didin yan birîndar didin.
Beşa sêyem: Parêzbendiya dadwerî ya tawanbarên kuştina kolberan
Kolberî li Kurdistanê ku encama siyasetên cudatîdanîn û dijekurdî ya desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê ye, bûye krîzeke mirovî li navçeyê. Hêzên sînorî ku di rastî de xwediyê parêzbendiya dadweriyê ne, bi bê ti nîgeraniyek ji lipeyketinên yasayî, rasterast kolberan didine ber gulleyan. Ev kiryarane ku bi giştî li deverên çiyayî yên asteng û dijwar têne rûdan, gelek caran dibe sedema kuştin yan birîndarbûna kolberan. Ev kuştinên hikûmetî mînaka cinayetê ye û di bin piştgîriya tevaw a desthilatdarî û Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê de tê kirin.
Di heyama 8 salên borî de tevî kuştina zêdetir ji 517 kolber û birîndarkirina zêdetirî 1682 kolberên dinê, ti yek ji bikujên kolberan ji aliyê dezgehên dadwerî ve nehatine sizadan. Ev rewşe, parêzbendiya tevaw a bikeran ji her cure lipeyketineke yasayî nîşan dide û nîşanderê piştevaniya tevaw a desthilat û Dezgeha Dadwerî ye ji serkuta sîstematîk ya kolberan.
Ji aliyek dinê ve netenê ti qerebûyeke ziyanê ji bo van qurbaniyan nayê diyarîkirin, belkî di hin haletan de kolberên birîndar û malbatên canjidestdayiyan rû bi rûyê valakirina sizayên giran bûne. Ev sizayane bi hênctên wek derketina neyasayî ji sînor an jî hilgirtina kelûpelên qaçax bi ser wan de têne sepandin. Di hin rewşan de malbatên kolberên hatinî kuştin neçar dimînin ku bertêla gulleyên ku li dijî hezkiriyên wan hatine teqandin, bo hikûmetê vala bikin. Ev rewşe ku bi cureyekî dîsan qurbanîkirina dubare ya qurbaniyan e, rastî zextên giran ên madî û hiqûqî tîne û rastî rewşeke krîzê tîne.
Beşa çarem: Helsengandina amara sala 2024an digel amara sala 2023an
Pêka amar û belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2024an de aliyê kêm 57 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û 282 kolberên dinê jî hatine birîndarkirin. Ji vê hejmarê, zêdetirî 80 ji sedî bi teqeya rasterat a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî û 5.6 ji sedî (19 halet) kolberên nûciwan bûne.
Helsengandina vê amarê pêka sala 2023an nîşan dide ku hejmara qurbaniyan di sala 2024an de, herî kêm 5 halet beranberî 2 ji sedî zêde kiriye. Di sala 2023an de 234 kolber bûne qurbanî ku 41 kes ji wan canê xwe ji dest dabûn û 293 kolber jî birîndar bibûn.
Lê eger em bi taybetî li hejmara kuştiyan binêrin, hejmara kolberên ku di sala 2024an de hatine kuştin li gorî sala 2023an ji %39 zêde bûye, çimkî di sala 2023an de 41 kolber hatine kuştin, lê ev hejmare di sala 2024an de bi 57 haletan hatiye zêdekirin.
Beşa pêncem: Sedema canjidestdan yan birîndarbûna kolberan
Pêka amar û belgeyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, zêdetirîn sedema mirin û birîndarbûna kolberan di sala 2024an de, teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûye ku 81 ji sedî ji tevahiya haletan e. Diyardeyên din ên sedema mirin û birîndarbûna kolberan pêkhatine ji:
Gullereşandina rasterast: 272 halet (41 canjidestdayî û 231 birîndar) beranberî 81 ji sedî ji gelempera haletan
Berbûn ji çiyayan ve: 27 halet (6 canjidestdayî û 21 birîndar) beranberî 8 ji sedî ji gelempera haletan
Bûyera hatinûçûnê: 7 halet (2 canjidestdayî û 5 birîndar) beranberî 2.5 ji sedî ji gelempera haletan
Teqîna mînê: 5 halet (5 birîndar) beranberî 1.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Sirûseqem: 4 halet (3 canjidestdayî) beranberî %1.5 ji gelempera haletan.
Lêdan û kutan: 14 halet (1 canjidestdayî û 13 birîndar) beranberî 4 ji sedî ji gelempera haletan
Firedana keviran ji aliyê hêzên leşkerî ve: 2 halet (2 birîndar) beranberî %.5 ji gelempera haletan
Xeniqîna di nav çeman de: 1 halet (1 canjidestdayî) beranberî %.5 ji gelempera haletan
Celeteya dil: 2 halet (2 canjidestdayî) beranberî %.5 ji gelempera haletan
Beşa şeşem: Kuştin û birîndarkirina 19 kolberên nûciwan di sala 2024an de
Pêka belgeyên Hengawê; Di heyama sala 2024an de aliyê kêm 19 kolberên nûciwan li ser sînorên Kurdistanê bûne qurbanî ku beranberî 5.6 ji sedî ji tevahiya qurbaniya kolberan li xwe digire.
Ji vê hejmarê:
Kolberek zarok canê xwe ji dest daye.
18 kolberên zarok jî birîndar bûne.
Sedema birîndarbûn yan mirina van kolberên zarok wiha ye:
15 kolberên nûciwan (79 ji sedî ji tevahiya zarokên qurbanî) bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî. Zarokek kolber (Hestiyar Ebdulmelekî) ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest daye. 2 kolberên zarok ji ber firedana keviran ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine birîndarkirin. Kolberek zarok jî, ji ber berbûn ji bilindahiyên çiya ve bûye qurbanî.
Ji hêla erdnîgarî ve, zêdetirîn zarokên kolber li ser sînorê Newsûdê bûne qurbanî:
Newsûd: 9 zarokên kolber
Bane: 5 zarokên kolber
Serdeşt: 2 zarokên kolber
Seqiz: 2 zarokên kolber
Merîwan: 1 zarokê kolber
Beşa heftem: Cudakirina kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin pêka parêzgehan
Zêdetirîn amara kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin li ser sînorên parêzgeha Sinê hatine tomarkirin. Behskirina amara qurbaniyan li parêzgehên ciyawaz ên Kurdistanê wiha ye:
Parêzgeha Sine:
158 halet (31 hatine kuştin û 127 birîndar bûne) beranberî 47 ji sedî ji gelempera haletan.
Parêzgeha Kirmaşan:
153 halet (14 hatine kuştin û 139 birîndar bûne) beranberî 45 ji sedî ji gelempera haletan.
Parêzgeha Urmiye:
28 halet (12 hatine kuştin û 16 birîndar bûne) beranberî 8 ji sedî ji gelempera haletan.
Beşa Heştem: 76 ji sedî ji kolberan li ser sînorên Bane û Newsûdê bûne qurbanî
Di sala 2024an de, aliyê kêm 257 kolber li ser sînorên du bajarên Newsûd ê ser bi parêzgeha Kirmaşan û bajarê Banê yê ser bi parêzgeha Sinê hatine kuştin û birîndarkirin ku ev amare beranberî 76 ji sedî ji gelempera haletan di tevahiya sînoran de ye. Eva di halekê de ye ku di sala 2023an de 83 ji sedî ji haletên qurbaniya kolberan di van du sînoran de hatine tomarkirin.
Sînorê Newsûdê: 150 kolber bûne qurbanî ku 13 kes ji wan canê xwe ji dest dane.
Sînorê Bane: 107 kolber bûne qurbanî ku 17 ji wan canê xwe ji dest dane.
Beşa nehem: Daxwaza dorpêçên cebilxaneyî û malî li dijî hêzên sînorî yên Komara Îslamî
Lipeyketinên Hengawê nîşan didin ku Mistefa Muradî, Fermandê Hêzên Çekdar ên “Hengê Merzî” ya Komara Îslamî ya Îranê li sînorê Banê, Nozer Muradî, Fermandê Hêzên Sînorî yên Pawe li parêzgeha Kirmaşanê, roleke rasterast di kuştina kolberan de lîstine û di çend haletan de bi kiryar kolber kuştine.
Ji gelempera 339 kolberên bûne qurbanî di sala 2024an de, herî kêm 284 halet (84 ji sedî ji gelempera qurbaniyan) bi teqeya rasterast a hêzên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin. Di vê navberê de 36 kolber canê xwe ji dest dane û 248 kolber hatine birîndarkirin.
Tevî zêdebûna hejmara kuştina kolberan li ser sînorên Kurdistanê, ku piraniya wan bûyerane bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî dibine qurbanî, Hengaw daxwaza tehrîmkirina çek û darayiya pasevanên sînorî yên Komara Îslamî û lêpêçîna navdewletî ya ji fermandên payebilind ên vê hêzê bi tawanên dijî mirovatiyê dike.
Beşa dehem: Kuştin û birîndarbûna 4 kolberan ji aliyê pasevanên Iraqî ve
Di sala 2024an de, herî kêm 4 kolber bi teqeya rasterast a hêzên pasevanî yên Iraqê hatine armanckirin ku di encamê de kolberekî canê xwe ji dest da û 3 kolber jî hatine birîndarkirin.
Tevahiya van haletane li ser sînorê Helebce û Newsûdê hatine qewimîn.
Beşa yazdehem: Xişteya qurbanîbûna kolberan pêka mehan
Lêkolîna amarî ya qurbaniya kolberan di sala 2024an de nîşan dide ku, zêdetirîn haletên kuştin û birîndarbûna kolberan di meha Adarê de hatiye rûdan. Di vê mehê de 95 halet (28 ji sedî ji tevahiya haletan) hatiye tomarkirin. Herwisa di meha Şibatê de 65 halet û di meha Çileyê de 53 halet ji kuştin û birîndarbûna kolberan hatiye tomarkirin.
Beşa duwazdehem: Encam
Lêkolîna amarî û belgeyên hatine pêşkêşkirin nîşan dide ku, rewşa kolberan li ser sînorên Kurdistanê krîzî û metirsîdar e. Ev rewşe netenê pirsgirêkên kûr ên aborî û civakî nîşan dide ku kolberan ber bi vê pîşeya metirsîdar ve dibe, belkî binpêkirina eşkere û sîstematîk a mafê mirovî jî nîşan dide.
Zêdebûna hejmara kuştin û birîndarbûna kolberan bi taybetî zarok, nîşanderê neşiyaniya siyasetên heyî û pêwîstî yên lezgîn ji bo çareserkirina vê krîzê ye. Ev rapore tekezî dike ku bala civaka navdewletî bi vê pirsê û tedbîrên pratîkî ji bo parastina kolberan pêwîst e.
Zêdebûna tundûtîjî li dijî kolberan binpêkirina eşkere ya pirensîbên bingehîn ên mafê mirovî ji wan mafê jiyan û ewlehiya kesane (madeya 3 ya Danezana Cîhanî ya Mafê Mirovî) ye. Hebûna parêzbendiya dadwerî ji bo tawanbarên van tundûtîjiyane û nebûna piştgiriya dadwerî ji qurbaniyan û malbatên wan, li dijî pirensîpên bersivdan û berpirsiyariya welatan li hember mafê mirovan e.
Hengaw tekezî dike ku ji bo bi dawîanîna vê krîza mirovî, ne tenê hewlên aborî û civakî ji bo baştirkirina rewşa jiyana kolberan pêwîst e ku saziyên navnetewî, dewlet û saziyên mafê mirovî zêdetir berpirsyariya vê karesatê bigirin ser milê xwe û hewlên bi bandor ji bo parastina mafê kolberan bigirin û lêpirsînê ji wan kesan bê kirin ku encamderê van tawanan.
Beşa duwazdehem: Encam
Lêkolîna amarî û belgeyên hatine pêşkêşkirin nîşan dide ku, rewşa kolberan li ser sînorên Kurdistanê krîzî û metirsîdar e. Ev rewşe netenê pirsgirêkên kûr ên aborî û civakî nîşan dide ku kolberan ber bi vê pîşeya metirsîdar ve dibe, belkî binpêkirina eşkere û sîstematîk a mafê mirovî jî nîşan dide.
Zêdebûna hejmara kuştin û birîndarbûna kolberan bi taybetî zarok, nîşanderê neşiyaniya siyasetên heyî û pêwîstî yên lezgîn ji bo çareserkirina vê krîzê ye. Ev rapore tekezî dike ku bala civaka navdewletî bi vê pirsê û tedbîrên pratîkî ji bo parastina kolberan pêwîst e.
Zêdebûna tundûtîjî li dijî kolberan binpêkirina eşkere ya pirensîbên bingehîn ên mafê mirovî ji wan mafê jiyan û ewlehiya kesane (madeya 3 ya Danezana Cîhanî ya Mafê Mirovî) ye. Hebûna parêzbendiya dadwerî ji bo tawanbarên van tundûtîjiyane û nebûna piştgiriya dadwerî ji qurbaniyan û malbatên wan, li dijî pirensîpên bersivdan û berpirsiyariya welatan li hember mafê mirovan e.
Hengaw tekezî dike ku ji bo bi dawîanîna vê krîza mirovî, ne tenê hewlên aborî û civakî ji bo baştirkirina rewşa jiyana kolberan pêwîst e ku saziyên navnetewî, dewlet û saziyên mafê mirovî zêdetir berpirsyariya vê karesatê bigirin ser milê xwe û hewlên bi bandor ji bo parastina mafê kolberan bigirin û lêpirsînê ji wan kesan bê kirin ku encamderê van tawanan.