Di meha Gulana 2024an de 13 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

01 June 2024 13:00

Hengaw; Şemî 1ê Hezîrana 2024an
 

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Gulana 2024an de, aliyê kêm 13 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 92 ji sedî ya tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî. Amara kuştina kolberan pêka meha Nîsana 2024an 100 ji sedî zêde kiriye.

Pêka vê raporê, 8 kolber hatine kuştin û 5 kolber jî birîndar bûne. Herwisa di vê heyamê de kolberek 17 salî yê xelkê Serdeştê yê bi navê Ariyan Mamendî bi teqeya çeka saçmeyî ya hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê çaveke xwe ji dest da.

Hêmin Ehmedî, Wahid Qadirpûr û Eta Rostempûr her sê xelkê Seqizê, Celal Sohrabî, Mihemed Qadirî û Muîn Tofîqpûr her sê xelkê Banê digel Salara Ehmedî û Sîna Resûlzade her du xelkê Serdeştê ji wan 8 kolberane ne ku di meha Gulanê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dane ku hejmara kolberên bûnî qurbanî di meha Gulanê de ji %100 zêde kiriye.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 10 haletan li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.

 

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 12 kes (8 hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne) beranberî 92 ji sedî ji gelempera haletan.
Lêdan û kutan: 1 halet (1 birîndar) beranberî 7 ji sedî ji tevahiya haletan.
 

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 1 kes ku pêk hatiye ji (1 birîndarbûyî).
Parêzgeha Sine: 10 kes ku pêk hatiye ji (7 kuştî û 3 birîndarbûyî)
Parêzgeha Urmiye: 2 kes ku pêk hatiye ji (1 kuştî û 1 birîndarbûyî)


Di vî warî de zêde bixwînin