Di heyama Tîrmeha 2024an de 26 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

01 August 2024 11:49

 

Hengaw; Pêncşemî 1ê Tebaxa 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm 26 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku %85 ji tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.

Pêka vê raporê, 5 kolber hatine kuştin û 21 kolber jî birîndar bûne. Eyûb Mihemedî yê xelkê Selasa Bawecanî, Kiyan Zeynî kolberê 19 salî û xelkê Serdeştê, Rêbwar Reşîdî yê xelkê Banê, Îhsan Newrozî ji Giyelanê û Nazim Seferî yê xelkê Sewlavayê ji wan 5 kolberan in ku meha borî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 15 haletan li ser sînorê parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 22 kes (5 hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne) beranberî 85 ji sedî ji gelempera haletan.
Lêdan û kutan: 4 halet (4 birîndarbûyî) beranberî 15 ji sedî ji tevahiya haletan.
Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 15 kes ku pêk hatine ji (2 kuştî û 13 birîndarbûyî).
Parêzgeha Sine: 5 kes ku pêk hatine ji (2 kuştî û 3 birîndarbûyî)
Parêzgeha Urmiye: 6 kes ku pêk hatine ji (1 kuştî û 5 birîndarbûyî)


Di vî warî de zêde bixwînin