Di meha Hezîrana 2024an de 10 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

01 July 2024 10:42

Hengaw; Duşemî 1ê Tîrmeha 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Hezîrana 2024an de, aliyê kêm 10 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 90 ji sedî ya tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.

Pêka vê raporê, 3 kolber hatine kuştin û 7 kolber jî birîndar bûne. Rehîm Îbrahîmî yê xelkê Serdeştê, Hejîr Mehmûdpûr ê xelkê Ciwanro û Erkan Balwase yê xelkê Merîwanê ji wan sê kolberan in ku meha borî canê xwe ji dest dan ku du ji wan haletan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne armanc.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 8 haletan li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.

 

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 9 kes (2 hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne) beranberî 90 ji sedî ji gelempera haletan.
Berbûna nav çem: 1 halet (1 canjidestdan) beranberî 10 ji sedî ji tevahiya haletan.

 

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 1 kes ku pêk hatiye ji (1 kuştî).
Parêzgeha Sine: 8 kes ku pêk hatine ji (1 kuştî û 7 birîndarbûyî)
Parêzgeha Urmiye: 1 kes ku pêk hatiye ji (1 kuştî)


Di vî warî de zêde bixwînin