Di heyama meha Îlona 2024an de 8 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

30 September 2024 20:24

Hengaw; Duşemî 30ê Îlona 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm kolberek hatiye kuştin û 6 kolber jî birîndar bûne. Ferdîn Rostemzade, kolberê 34 salî yê xelkê Pawê ku sala borî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê rastî qutbûna maziye piştê hatibû, di rêkefta 20 Îlonê de piştî mehan razandinê canê xwe ji dest da.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 5 haletan li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 7 kolber (kolberek hatiye kuştin û 6 kolber jî birîndar bûne) beranberî 87.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet (kolberek hatiye birîndarkirin) beranberî 12.5 ji sedî ji tevahiya haletan.

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 3 halet ku pêk hatine ji ( kolberek hatiye kuştin û 2 kolber jî birîndar bûne).
Parêzgeha Sine: 5 kolber ku pêk hatine ji (5 birîndarbûyî).
Parêzgeha Urmiye: Ti haletek nehatiye tomarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin