Hatina kuştin û birîndarbûna 12 kolber di Tîrmeha 2025an de

31 July 2025 20:37

Hengaw; Pêncşemî 31ê Tîrmeha 2025an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 12 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin yan birîndarkirin ku 100 ji sedî ji vê haletê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanîkirin.

Pêka vê raporê, 6 kolber hatine kuştin û 6 kolber jî hatine birîndarkirin. Nasnameya kolberên ku li Tîrmehê hatine kuştin wiha ye:

1- Xalid Mihemedî yê 23 salî û xelkê Bane di 8ê Tîrmeha 2025an de li sînorê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

2- Peyam Ehmedî yê 24 salî û xelkê Sewlava di 15ê Tîrmeha 2025an de li sînorê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

3- Letîf Yeiqûbî yê 45 salî û xelkê Selmasê di 22ê Tîrmeha 2025an de li sînorê Selmasê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

4- Emîn Gerdî yê 40 salî û xelkê Merîwanê di 23ê Tîrmeha 2025an de li sînorê Sewlavayê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

5- Berzan Salihî yê 38 salî û xelkê Bane di 25ê Tîrmeha 2025an de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

6- Hêmin Daniş yê 26 salî û xelkê Merîwanê di 28ê Tîrmeha 2025an de li sînorê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 11 haletan li ser sînorê parêzgeha Sine hatine tomarkirin.

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 12 halet (6 kolberek hatine kuştin û 6 kolber jî birîndar bûne) beranberî 100 ji sedî ji gelempera haletan.

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: Ti haletek nehatiye tomarkirin

Parêzgeha Sine: 11 kolber ku pêk hatine ji (5 kuştin û 6 birîndarbûyî).

Parêzgeha Urmiye: 1 kolber ku pêk hatiye ji (1 kolber hatiye kuştin) .

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin