Qurwe; Girtina Secad Melikşahî piştî belavkirina vîdyoyeke bertekî derbarê gendeliya hikûmetê

Secad Melikşahî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Qurwe piştî weşana vîdyoyekê ku t

14 February 2024 13:40

Hengaw; Çarşemî 14ê Şibata 2024an

Secad Melikşahî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Qurwe piştî weşana vîdyoyekê ku tê de gendeliya sistematîk a Komara Îslamî rexne kiribû û daxwaza baykota helbijartinê kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê,  êvareya roja Duşemî 12ê Şibata 2024an, Secad Melikşahî yê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Qurweyê di mala xwa de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Girtina navbirî demekê piştî wê yekê hatiye rûdan ku bi weşana vîdyoyê gotibû: “Eger dixwazin dengê xwe bidin, ev yeka tê vê wateyê ku hûn dengê xwe didine tevahiya diz û gendelkaran.

Navbirî di berdewamiya peyama xwe de ji welatiyan xwastiye ku vîdyoya wî par vebikin û beşdarî li Kempîna Baykota Helbijartina Komara Îslamî bikin.

Secad Melikşahî piştî girtinê ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin û heya niha ti zanyariyek derbarê rewş û cîhê ragirtina wî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin