Girtin, lêdan û kutana Babek Mihemedî, hunermendê xelkê Sinê û neçarkirina navbirî bi vexwendina nivîseke Spaha Pasdaran

Babek Mihemedî, hunermend û stranbêjê xelkê bajarê Sinê, piştî girtin û lêdan û kutanê ji a

14 February 2024 13:43

Hengaw; Çarşemî 14ê Şibata 2024an

Babek Mihemedî, hunermend û stranbêjê xelkê bajarê Sinê, piştî girtin û lêdan û kutanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve di bin zext û givaşan de hate neçarkirin ku nivîskekê bi zorê li hember kamêrayê bixwîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di rojên borî de Babek Mihemedî, hunermendê xelkê Sinê piştî ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibû girtin, rastî lêdan û kutaneke dijwar hatibû.

Li gorî vîdyoya ku Îtilaata Spahê bi rêya tundûtîjiyê ji vî stranbêjî tomar kiriye, navbirî tê neçarkirin ku li hember kamêrayê ji vî saziya ewlehî re daxwaza "lêborînê" bike.

Babek Mihemedî, beriya vê yekê di merasimekê de stranek folklorî gotibû û di beşek ji wê stranê de Spaha Pasdaran goriyê keçekê dike.

Di vîdyoya ku bi givaşên Îtilaata Spaha Pasdaran hatiye tomarkirin, şûna lêdan û kutanê li ser rû û hereketên Babek Mihemedî diyar in.


Di vî warî de zêde bixwînin