Nexede; Îbrahîm Resûlpûr bi selek girtîgehê hate sizadan

Îbrahîm Resûlpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê piştî du hefteyan ji binçavkirinê ji aliyê Dezgeha

15 February 2024 11:31

Hengaw; Pêncşemî 14ê Şibata 2024an

Îbrahîm Resûlpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê piştî du hefteyan ji binçavkirinê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 13ê Şibata 2024an, Îbrahîm Resûlpûr ê temen 28 salî û xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Nexedê ve bi serokatiya dadwer "Hîcazî" bi tohmeta "endametî li yek ji partiyên Kurdistanî yên opozîsyona hikûmetê" salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hengaw agehdar bûye ku îdareya Îtilaata Nexedê di dema girtina Îbrahîm Resûlpûr de ew neçar kiriye ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike û navbirî di bin zext û givaşan de ye ku eger bi daxwazên wan neke, dê Armînê 10 salî yê birayê wî binçav bikin.

Îbrahîm Resûlpûr, roja Sêşemî 30ê Çileyê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî lêpêçîn û îşkencekirinê, di vê dawiyê de bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhestin


Di vî warî de zêde bixwînin