Ciwanro; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa nûciwanekî

Mihemed Yûsifî, nûciwanê 17 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê, 9 roj beriya niha ji ber "kêfxweşiya piştî dorandina tîma T

15 February 2024 15:25

Hengaw; Pêncşemî 15ê Şibata 2024an

Mihemed Yûsifî, nûciwanê 17 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê, 9 roj beriya niha ji ber "kêfxweşiya piştî dorandina tîma Topapê ya hilbijartî ya Îranê" hate girtin û ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, Mihemed Yûsifî, nûciwanê xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mihemed Yûsifî, piştî lîstika Topapê ya navbera tîma hilbijartî ya Îranê û tîma Qeterê, di nav komek xelkê de ku kêfxweşiya xwe nîşan didan, hatibû girtin.

Di heyama 9 rojên borî de, ti zanyariyek ji cih û şêwaza ragirtina vî nûciwanê hatî girtin li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji rewşa tedirustiya wî, bê encam mane.

Hengaw agehdar bûye ku çend nûciwanên din hevdem digel Mihemd Yûsifî hatine girtin, lê heya niha nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.

Tîma neteweyî ya Topapê ya Komara Îslamî ya Îranê, roja çarşemî 7ê Şibatê, li qonaxa nîvfînalê ya Kûpaya Neteweyên Asyayê li yarîgeha "Elsemame" li hember tîma neteweyî ya Topapê ya Qeterê bi encama 3-2 dorand û bo fînalê ser neket.

Hêjayî gotinê ye ku, li hijmareke bajarên Kurdistanê ji wan Ciwanro, Sine û Dîwanderê xelk piştî dorandina tîma Topapê ya Îranê daketin kolanan û kêfxweşiya xwe nîşan dan.


Di vî warî de zêde bixwînin