Merîwan; Girtina sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Di çend rojên borî de herî kêm sê welatiyên Kurd yên bi navên Elî Baqedem, Sîrwan Bazirgan û Hamid Emînî li

15 February 2024 19:54

Hengaw; Pêncşemî 15ê Şibata 2024an

Di çend rojên borî de herî kêm sê welatiyên Kurd yên bi navên Elî Baqedem, Sîrwan Bazirgan û Hamid Emînî li bajarê Meriwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, hêzên Îtilaatê li bajarê Merîwanê êrîşî ser mala Elî Baqedem yê temen 40 salî kirine û navbirî girtine.

Hevdem hêzên Îtilaatê êrîş kirine ser mala birayê hevjîna Elî Baqedem yê bi navê Sîrwan Bazirgan li gundê "Şêx Etar" û navbirî girtine. Herwiha li gundê "Lencava"yê jî Hamid Emînî girtine û bo cihekî nediyar veguhestine.

Hengaw agehdar bûye ku girtina van sê welatiyên xelkê Merîwanê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovanê bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî van sê welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin