Ciwanro; Girtina nûciwanekî din ji ber kêfxweşiya piştî dorandina tîma Topapê ya Îranê

Mihemed Mehmûdî, nûciwanê 16 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê ji ber kêfxweşiya piştî dorandina

16 February 2024 13:45

 

Hengaw; Înê 16ê Şibata 2024an

Mihemed Mehmûdî, nûciwanê 16 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê ji ber kêfxweşiya piştî dorandina tîma neteweyî ya Topapê ya Komara Îslamî ya Îranê digel tîma neteweyî ya Qeterê hatiye girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 14ê Şibata 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li Ciwanroyê Mihemed Mehmûdî yê nûciwanê 16 salî binçav kirine û bo cihekî nediyar veguhestine. 

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîk malabata Mehmûdî, hêzên îdareya Îtilaatê êrîşî ser cihê karê vî nûciwanê kirine û bi awayekî hovane binçav kirin.  

Saziyên ewlehiyê bi malbata  Mehmûdî re gotine ku kurê we ji ber nîşandana kêfxweşiya xwe ya piştî dorandina lîza Topapê ya navbera tîma Komara Îslamî ya Îranê û tîma Qeterê, hatiye girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Kirmaşanê hatiye veguhestin.

Hengaw agehdar bûye ku di heyama hefteya borî de herî kêm 10 nûciwan li bajarê Ciwanroyê ji ber heman sedemê hatine girtin û heya niha nasnameya du kes ji wan ên bi navên Mihemed Yûsifî 17 salî û Mihemed Mehmûdî yê16 salî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin