Sine;. Maziyar Melekî ji ber belavkirina postekê li ser boykotkirina hilbijartinan hate girtin

Welatiyekî ciwan ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Maziyar Melekî ji ber belavkir

17 February 2024 13:29


Hengaw; Şemî 17ê Şibata 2024an

Welatiyekî ciwan ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Maziyar Melekî ji ber belavkirina storiyekê li ser tora civakî ya Înistgramê li dijî beşadrnebûn di hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê de, ji aliyê saziyên ewlehî ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîveroya roja Înê 16ê Şibata 2024an, hêzên cilşexsî yên îdareya Îtilaata Sinê, Maziyar Melekî yê 28 salî li ber deriyê karaca vî bajarî binçav kirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Maziyar Melekî piştî binçavkirinê bi awayekî hovane û tundûtîjî bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Hengaw agehdar bûye ku, saziyên ewlehî sedema girtina Maziyar Melekî bi belavkirina storiyekê li ser tora civakî ya Înistgrama xwe û handan xelkê bo boykotkirina hilbijartinan, daye zanîn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq çarenivîs û cihê ragirtina Maziyar Melekî li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku Maziyar Melekî sala borî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî mehekê bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin