Ciwanro; Ciwanek ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Bi eşkerebûna navê Hemze Berzger ê ciwanê 21 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê,

17 February 2024 20:07

Hengaw; Şemî 17ê Şibata 2024an

Bi eşkerebûna navê Hemze Berzger ê ciwanê 21 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê, hejmara welatiyên ku nasnameya wan hatiye eşkerekirin ku ji ber kêfxweşiya piştî dorandina tîma neteweyî ya Topapê ya Komara Îslamî ya Îranê digel tîma neteweyî ya Qeterê hatine girtin giha bi sê kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 14ê Şibata 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li Ciwanroyê ciwanekî 21 salî yê bi navê Hemze Berzger binçav kirin û bo cihekî nediyar veguhestin.

Hengawê beriya niha girtina du nûciwanên din ên bi navên Mihemed Mehmûdî yê 16 salî û Mihemed Yûsifî yê 17 salî medyayî kiribû.

Pêka zanyariyên ku gihane destê Hengaw, di rojên borî de herî kêm 10 nûciwan li bajarê Ciwanroyê ji ber nîşandana kêfxweşiya xwe piştî dorandina tîma neteweyî ya Topapê ya Komara Îslamî ya Îranê digel tîma neteweyî ya Qeterê hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.


Di vî warî de zêde bixwînin