Derbasbûna 15 meh bi ser bê serûşûnkirina Osman Mame re û rewşa xirab ya malbata navbirî

Îro 455 roj bi ser bê serûşûnkirina Osman Mame yê xelkê Bokanê û ji binçavkiriyên tevegera Jin Jiya

17 February 2024 21:12

 

Hengaw; Şemî 17ê Şibata 2024an

Îro 455 roj bi ser bê serûşûnkirina Osman Mame yê xelkê Bokanê û ji binçavkiriyên tevegera Jin Jiyan Azadî re derbas dibe û heya niha ti saziyeke ewlehî û çavdêrî yên Komara Îslamî ya Îranê amade nebûye bersivekê li ser vê mijarê bidin û endamên malbata wî jî, ji ber nabûna serperestê malê rastî pirsgirêkên madî, derûnî û nexwaşiyan hatine.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Osman Mame yê welatiyê temen 56 salî û xelkê bajarê Bokanê, heyama salek û sê mehan e ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye revandin û heya niha ti zanyariyek serast derheq rewş û çarenivîsa navbirî ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî bê encam mane.

Di vê heyamê de hevjîna Osman Mame gelek caran digel zarokên xwe serdana Fermandariya Bokanê û îdara Îtilaata vî bajarî û heta serdana dezgehên sertirê yasayê yên Komara Îslamî ya Îranê naskirî bi "Beyta Rehberî" kirine, lê ti dezgehekê bersiveke sererast nedaye wan.

Bi lipeyketinên Hengawê eşkere bûye, ku hejmarek ji endamên malbata Osman Mame û hin kesên nêzî wan derheq şopandina yasayî ya Osman Mame, rastî huşdariyên dezgehên ewlehî hatine.

Di niha de malbata Osman Mame ji ber bê serûşûnbûna serperestê malê rastî pirsgirêkan hatine û herwisa hevjîna navbirî rastî nexwaşiya mîgrênê hatiye û kurê mezin nexwaşiya dil heye û kurê dinê jî rastî xemokiyê hatiye.
 
Osman Mame heya niha ti pêwendiyeke telefonî nebûye û ti belge û nîşanek piştî revandina wî peyda nebûye.

Osman Mame beriya bê serûşûnkirinê, wekî kedkarekî di kargeheke perwerdekirina mirîşkan de li bajarê Dukanê li Herêma Kurdistanê kar dikir û malbata navbirî tenê bi dahata karê wî, jiyana xwe derbas dikir.

Osman Mame yê welatiyê xelkê bajarê Bokanê, roja Înê 18ê Mijdara 2022an, li dema vegera bo mala xwe, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû revandin û heya niha çarenivîsa wî diyar nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin