Meşhed; Xisrwe Elîkurdî yê parêzer hate girtine

Xisrew Elîkurdî, parêzer û welatiyê Kurd yê rûniştiyê bajarê Meşhedê, ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadw

18 February 2024 12:21

Hengaw; Yekşemî 18ê Şibata 2024an

Xisrew Elîkurdî, parêzer û welatiyê Kurd yê rûniştiyê bajarê Meşhedê, ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgeha Wekilabada vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 17ê Şibata 2024an Xisrew Elîkurdî, parêzer û welatiyê Kurd, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan û Dadgeha Şoreş a vî bajarî hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê salek girtîgehê, bo girtîgeha Wekilabad a vî bajarî hate veguhastin.

Beriya niha Xisrew Elîkurdî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi salek girtîgeh û du sal dûrxistin ji warê xwe û du sal qedexeya çûn bo derveyê welat, 2 sal qedexeya karê parêzeriyê û 2 sal jî qedexeya çalakî di nav torên civakî de hatibû sizadan.

Ev parêzerê han, 1ê Tebaxa Îsal, piştî gazîkirin û serdan bo taya 901 a Dadseraya Giştî û Şoreş a Meşhedê hate girtin û bo girtîgeha "Wekîlabad" a vî bajarî hate veguhastin. Navbirî di 4ê Tebaxê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaqxên dadgehê hatibû berdan.

 

Xisrew Elîkurdî, berê di beşeke dosyaya xwe de bi tohmeta “weşandina derewan” ji aliyê Taya Sêyem a Dadgeha Cezayan a Meşhedê ve bi valakirina 21 milyon Tumen hatibû sizadan.

Ev parêzerê han, heya niha parêzeriya hejmarek zêde ji girtiyên siyasî û malbatên wan li stûyê xwe girtiye.


Di vî warî de zêde bixwînin