Pîranşar; Birîndarbûna du kolberên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ve

Du kolberên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên “Seidî Mehmûdî û Umîd” di dema kolberiyê

18 February 2024 12:23

 Hengaw; Yekşemî 18ê Şibata 2024an

Du kolberên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên “Seidî Mehmûdî û Umîd” di dema kolberiyê de ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 16ê Şibata 2024an, Hêzên Sînorî (Hengê Merzî)  li ser sînorê “Hacî Umran” ê girêdayî bajarê Pîranşar, komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de du kolberên Kurd ên bi navên “Seidî Mehmûdî û Umîd” (paşnavê wî nediyar e) hatine birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev du kolber ji bo navendên dermanî yên bajarê Soran yê ser bi Herêma Kurdistanê hatine veguhastin û Seidî Mehmûdî ji ber dijwarbûna birînan ji bo yek ji navendên dermanî yên bajarê Hewlêrê veguhastine.

Hengaw agehdar bûye, ku Sedî Mehmûdî ji aliyê pêyê xwe ve bi sê gulleyên kilaşnîkofê hatiye armanckirin.


Di vî warî de zêde bixwînin