Xurasana Bakur; Rapora Hengawê derheq binçavkirina çar welatiyên Kurd piştî belavkbûna vîdyo kilîpa "Welat"

Di heyama rojên borî de û piştî belavbûna vîdyo kilîpeke nû ya hunermend Elî Kerîmî, yek

18 February 2024 20:05


Hengaw; Yekşemî 18ê Şibata 2024an

Di heyama rojên borî de û piştî belavbûna vîdyo kilîpeke nû ya hunermend Elî Kerîmî, yek ji hunermendên naskirî yê Kurd li Xurasanê, aliyê kêm çar kesên ku di berhemanîna vê vîdyo kilîpê de hevkarî kiribûn, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û çend kesên dinê jî hatine gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî belavbûna vîdyo kilîpa "Welat" a bi zimanê Kurdî ji aliyê hunermend Elî Kerîmî ve li parêzgeha Xurasana Bakur, aliyê kêm çar kesên ku di berhemanîna vê vîdyo kilîpê de hevkarî kiribûn ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û studiyoya "Teqîzade" li bajarê Êsferayênê ji aliyê vê saziyê ve hatiye pilompkirin.

Hengaw agehdar bûye ku roja Yekşemî 11ê Şibata 2024an, Hesen Teqîzade yê denghilgir û birêveberê studiyoya "Teqîzade" ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Êsferayênê û herwisa her yek ji Elî Dilferaz yê amadekar, Husên Fîroze birêveberê berhemanînê û Celal Beratzade yê kamêrevan li vê grûpê li bajarê Bocnûrdê yê navenda parêzgeha Xurasana Bakurê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatine girtin.

Li gorî çavkaniyên agehdar ên Hengawê li Xurasanê, mamoste Kelîmullah Tewehudî yê lêkolînerê Kurd, mamoste Elîriza Spahî Layîn yê helbestvan û nivîskarê Kurd, Roya Îsmaîlnijad û Esmer Hemîdî ji hunermendên Kurd ên li bajarên Qoçanê, Şîrwan û Semulqanê jî ku di berhemanîna vê kilîpê de hevkarî kirine, ji aliyê saziyan ewlehî ve li bajarên xwe bi rêya telefonê ve hatine gefxwarin.

Herwiha, Elî Kerîmî yek ji hunermendên Kurd li Xurasanê, bo saziyên ewlehî hatiye gazîkirin, lê heya niha xwe ji çûna bo wan saziyan parastiye.

Li gor vîdyoya ku gihaye destê Hengawê, saziyên ewlehiyê li bajarê Êsferayênê jî, studiyoya "Teqîzade" heya vê demê daxistiye.

Hêjayî baskirinê ye ku kesên hatinî girtin piştî 24 demjimêran ji binçavkirinê bi wergirtina sozeke nivîskî bi awayekî demkî hatin berdan.

Hengawê beriya niha raporek belavkiribû ku hejmarek hunermend û çalakvanên medenî yên kurd li parêzgehên Xurasana Bakur û Xurasana Rezewî, di nav wan de hunermend Elî Kerîmî, ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatine gazîkirin û tevî gef xwarinê hişdarî daye wan ku mafê lixwekirina cilûbergên kurdî nînin.


Di vî warî de zêde bixwînin