Ciwanro; Eşkerabûna nasnameya sêyemîn nûciwanê ku piştî dorandina tîma Topa Pê ya Îranê digel tîma Qeterê hatî girtin

Bi eşkerebûna navê “Diyako Bêhrûce” yê nûciwanê hatî girtin, hejmara welatiyên ku li

19 February 2024 16:34

 

Hengaw; Duşemî 19ê Şibata 2024an

Bi eşkerebûna navê “Diyako Bêhrûce” yê nûciwanê hatî girtin, hejmara welatiyên ku li bajarê Ciwanroyê piştî dorandina tîma Topa Pê ya Îranê digel tîma Qeterê hatine girtin, giha bi çar kesan ku sê kes ji wan nûciwanên di bin temenê 18 saliyê de ne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, Diyako Bêhrûce, nûciwanê temen 17 salî û xelkê bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin. 

Hengawê beriya niha girtina Mihemed Yûsifî yê 17 salî û Hemze Berzger ê 21 salî li êvareya heman rojê û herwiha girtina Mihemed Mehmûdî yê 16 salî li roja Çarşemî 14ê Şibatê medyayî kiribû.

Pêka raporên berê yên Hengawê, aliyê kêm 10 nûciwan ji ber kêfxweşiya piştî dorandina tîma neteweyî ya Topa Pê ya Komara Îslamî ya Îranê digel tîma neteweyî ya Qeterê hatine girtin ku nûciwanên di bin temenê 18 saliyê de bo navenda çaksazî û perwerdekirinê ya Kirmaşanê û ciwanan jî bo girtîgeha Dizilava ya vî bajarî hatine veguhastin.

Tîma neteweyî ya Topa Pê ya Komara Îslamî ya Îranê, roja çarşemî 7ê Şibatê, li qonaxa nîvfînalê ya Kûpaya Neteweyên Asyayê li yarîgeha "El-semame" li hember tîma neteweyî ya Topa Pê ya Qeterê bi encama 3-2 dorand û bo fînalê ser neket.

Hêjayî gotinê ye ku, li hijmareke bajarên Kurdistanê ji wan Ciwanro, Sine û Dîwanderê ku di her yek ji wan bajaran de çendîn welatî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatibûne kuştin, xelk piştî dorandina tîma Topa Pê ya Îranê daketine kolanan û kêfxweşiya xwe nîşan dan.


Di vî warî de zêde bixwînin