Kamêran; Reşad Perwîzî yê endamê Saziya Nûjînê hate gitin

Reşad Perwîzî, endamê Saziya Çandî_Civakî ya Nûjînê li bajarê Kamêranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

19 February 2024 19:17

 

Hengaw; Duşemî 19ê Şibata 2024an

Reşad Perwîzî, endamê Saziya Çandî_Civakî ya Nûjînê li bajarê Kamêranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 17ê Şibata 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Kamêranê yek ji endamên Saziya Çandî_Civakî ya Nûjînê ya taya bajarê Kamêranê yê bi navê Reşad Perwîzî binçav kirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdra, Reşad Perwîzî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye binçavkirin û piştre bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên li dijî Reşad Perwîzî hatinî sepandin û herwiha qeder û cihê ragirtina vî çalakvanê medenî yê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin