Sê kolber li ser sînorê Banê û Newsûdê hatine birîndarkirin

Du kolberên bi navên Celal Rehmanî û Ako (paşnavê wî nediyar e) bi teqeya rastera

19 February 2024 21:29

 

Hengaw; Duşemî 19ê Şibata 2024an

Du kolberên bi navên Celal Rehmanî û Ako (paşnavê wî nediyar e) bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê û Selman Emîrî ji ber kevtin ji bilndahiyê ve li Newsûdê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 18ê Şibata 2024an, hêzên sînorî li ser sînorê Hengejale yê girêdayî Banê, Celal Rehmanî yê xelkê bajarê Bokanê û Ako (paşnavê wî nediyar e) binçav kirine û piştî îşkencekirin û lêdan û kutanê, ji pişt ve teqe li wan kirine ku di encamê de ev du kolber ji aliyê ser, poz û lingên xwe ve bi giranî hatine birîndarkirin.

Herwiha roja Înê 16ê Şibatê, Selman Emîrî yê kolberê xelkê Merîwanê ji ber kevtin ji bilindahiyên sînorê Newsûdê ve bi dijwarî birîndar bûye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê hanê ku navtenga wî şikestiye û ji ber dijwarbûna rewşa tendirustiya navbirî ji nexweşxaneya Pawê bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhestin û heya niha carek neştergerî bo hatiye kirin û îşev dê bo cara duyem di vê nexweşxaneyê de dê neştergerî bo bê encamdan.


Di vî warî de zêde bixwînin