Qoçan; Welatiyekî Kurd bi 15 sal girtîgehê hate sizadan

Mihemed Elî Wehdetî, welatiyê temen 65 salî û xelkê bajarê Qoçanê yê ser bi Xurasana R

20 February 2024 11:11

 

Hengaw;Sêşemî 20ê Şibata 2024an

Mihemed Elî Wehdetî, welatiyê temen 65 salî û xelkê bajarê Qoçanê yê ser bi Xurasana Rezewî bi tohmeta "dijberiya kuştinê" di tevgera Jin Jiyan Azadî de bi 15 sal girtîgehê hate sizadan û navbirî ji bo birêvebirina sizayê hanê hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 17ê Şibata 2024an Mihemed Elî Wehdetî yê welatiyê temen 65 salî û xelkê bajarê Qoçanê yê ser bi Xurasana Rezewî ji bo birêvebirina sizayê 15 sal girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Meşhedê (Wekilabad) hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî di halekê de hatiye girtin ku rewşa tendirustiya wî ji ber nexwaşî û temenê zêde pir xirab e û cihgir nîne.
Welatiyê hanê di demên dawiyê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Meşhedê ve bi tohmetên wek “propagendekirin li dijî hikûmetê, bêrêzîkirin bi Xamineyî, endametî li girûpen dijberî hîkûmetê, bêrêzîkirin bi Xumeynî û bêrêzîkirin bi pîroziyan" serhev bi 15 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Elî Wehdetî di dema xwenîşandanên tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Navbirî jidayîkbûyê sala 1337an a Rojî li bajarê Qoçanê, xwediyê karê azad, xizandar û du kurên wî hene û xwediyê bawernameya dusale ya zanîngehê ye.


Di vî warî de zêde bixwînin